12. Dezember 2011

Wagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê hatin Munchenê

Wagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê hatin Munchenê
Parêzgar Erdal Dogan: “Em zanin ku Almanya gazên kîmyewî daye rejîma Ataturk.”

Munchen/Rûdaw: Fîlmê dokumenter "Vagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê" ku derhêneriya wê Ozgur Findik dike û serpêhatiya komkujiya Dêrsimê vedibêje li Almanyayê, li bajarê Munchenê roja yekşema borî hate pêşandan. Ji bilî fîlm di peşêngehek de wêneyên komkujiya Dersimê jî hatin pêşkêş kirin. Di dawiya çalakiyê de derhêner Ozgur  Findik û parêzger Erdal Dogan bersiva pirsên temaşevanan dan. Nivîskar Haydar Işik jî moderatoriyê kir.
Derhênerê fîlmê dokumenter “Kara Vagon” Ozgur Findik
Derhênerê fîlmê dokumenter “Kara Vagon” Ozgur  Findik da zanîn ku wî derbarê sirgûn û komkujiya Dêrsimê de heta niha nêzikî 1600 belge berhev kirine û bi gelek şahîdên komkujiyê re jî axifiye. Wî herwiha got kişandina fîlmê wî yê dokumenter nêzikî  250 saetan ajotiye û di dawiyê de ew daxistine 65 deqeyan. Findik bal kişand ser ked û karên ku ji bo fîlm terxan kirine û got, “Jiber ku derfetên me yên aborî pir hindik in, em nikarin karê xwe baş pêş de bibin. Pêdiviya me bi alîkariya aborî heye û em li benda alîkariya gelê kurd û gelê Dêrsimê ne.”

“Gotinên Erdogan bo dadgeha netewî girîng in”
Parêzger Erdal Doğan jî da zanîn ku wan bi mebesta ku Komkujiya Dêrsimê bibin dadgehên navnetewî, heta niha 4 konferensên mezin lidarxistine û got, “Em belgeyên komkujiya Dersimê berevdikin û yên veşartî jî em dixwazin derxin holê. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan komkujiya Dêrsimê qebûl kir. Lê tenê lêborîn têr nake, daxwaza me ew e ku hikûmeta Erdogan li Dêrsimê çi bûye û çi nebûye hemû tişt derxîne holê û sûcên ku Tirkiyeyê kirine qebûl bike. Gotinên ku Erdogan kirin bo dadgeheke navnetewî wek gotinên fermî ne û pir girîng in.”
Parêzger Erdal Doğan di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser rola Almanya ya di komkujiya Dêrsimê de û got, “Em zanin ku Almanya gazên kîmyewî dane rejîma Atatürk û bi hezeran Dêrsimî bi çekên kîmyewî yên Almanyayê hatine kuştin.”
Nivîskar Haydar Işik, parêzger Erdal Doğan û Derhêner Ozgur Findik

Wagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê hatin Munchenê
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/10661.html

KARA VAGON: DERSIM SOYKIRIMINI TANIKLAR ANLATIYOR:
URL: http://www.agahdari.blogspot.com/#!/2011/12/dersim-soykrmnn-tanklar-anlatyor.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...