8. August 2011

Çalişlar û Babahan: li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin û girîng pirsa Kurd e


Oral Çalişlar (Radikal) û Ergun Babahan (Star) / Foto:Reşad Ozkan
Munchen (Rûdaw) - Nivîskarê Rojnameya Radîkal a Tirkî Oral Çalişlar û nivîskarê Rojnameya Star a Tirkî Ergun Babahan ji bo beşdariya panela bi navê “Di pêşketina demokrasiyê de li Tirkiyê rolê medyayê" hatibûn bajarê Almanya, Munchenê. Hevkarê me Reşad Ozkan li Munchenê bi herdu rojnamevanan re axivî  û herduyan jî bi balkêşî destnîşan kirin ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin û girîng pirsa Kurd e û gotin: “Heta ev pirsgirêk neyê çareser kirin ne aştî û ne jî demokrasi tê Tirkiyê. Û tenê du kes, herdu Abdullah, ango Abdullah Ocalan û Abdullah Gul dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin."

Rûdaw:Birêz Calislar û Birêz Babahan hûn beriya hertistî bi xêr hatin Munchenê. We di axaftina xwe de da zanîn ku li Tirkiyê pirsgirêka bingehîn pirsa Kurd e. Li gor we ji bo çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz a vê pirsgirêka girîng gelo medyaya Tirk a ku kunyeya wê ne paqij e, dikare roleke çawa bileyîze?

Oral Çalişlar: Wek diyardeyeke dîrokî divê mirov qebûl bike ku medyaya Tirk di pirsgirêka Kurd de rolek neyênî leyîst. Di meseleya Kurdan de, di fahmkirina daxwaziyên gelê Kurd de hewldanek erênî nehatiye kirin, ji bo çareseriyê weşan nehatiye kirin, Kurd nehatine dîtin û hesibandin. Lê em nikarin bêjin ku hemû dezgehên medyayê ji sedî sed wiha kirine. Jiber ku di medyaya Tirk de ji serî heta îro, aliyek astîxwaz û dilgerm hebû û çareseriyeke demokratîk dixwast û dema vê helwêstê nîşan dida rastî zext û astengiyan dihat. Em di demeke wisa de ne ku ev alî niha her dice bihêztir dibe.

Di vir de divê em du tişten baş bibînin: Heta niha di meseleya Kurd de medyaya navend roleke negatîf dileyîst. Lê niha, di demên dawî de organên medyayê yên nêzî hikûmetê, li gor siyaseta hikûmetê, mixabin bûyerên wê herêmê raste rast ranagihînin û rast fahm nakin. Ev yek bi baldari di girtîna endamên KCKê û sûn de derket holê ku, şaş fahmkirina meseleyê di medyaya nêzî hikûmetê de didome..

Niha tişta girîng li pêşiya medyayê û Tirkiyeyê ev e: Divê Doza KCKê, PKK, Tevgera Kurd baş bê fahmkirin. Di vê çarçovê de dema em lê binêrin, rapora Cengîz Çandar gelek girîng e. Ango ev hemû tiştan, tiştên ku em difikirin ji serî heta dawî dinirxîne. Rastiyên rojane baş nîşanê me dide. Li gor min pirsgirêka dema nû jihevfahmkirina Kurd û Tirkan e. Niha dema ku ez bangê we dikim, ez bang li rayagiştî ya Kurd dikim; hûn dezgeheke medyayê ne û weşana xwe bi Kurdî dikin. Pir girîng e ku Kurd jî karibin Tirkan fahm bikin. Angi di rayagiştî ya Kurdan de nefahmkirina rewşa Tirkan heye. Jiber ku tişteke ne hêsan e. Hûn bi rayagiştiyeke ku ev sed sal in di binî propagandaya yekalî de dimîne, dijîn. Ev rayagiştî derbarê Kurdan de çi bibihîse û bibîne şaş fahm dike. Ji bo ku ev tişt biguhhere û we baş fahmbikin, divê peyamên Kurdan bi baldarî bên gotin. Li aliyê din, netewperestiya Kurdan ku her diçe xurt dibe, car caran dijberiya hemû Tirkan dike. Ji bo jihev fahmkirinê divê ev tişt zêde neyê kirin.

Birêz Babahan, netewperestiya Kurdan a ku birêz Çalişlar niha behsa wê kir, gelo ne li himberê înkar û êrîsên dewletê yên sedsalî û li himberê rayagiştî  ya Tirk a ku hebûna Kurdan nedidît, derketiye holê? Kurd dema ku destên xwe ji bo aştiyê dirêj dikin û destê wan vala dimîne, ev jî nabe reaksiyon?

Ergun Babahan: Di demeke weke îro de pir baş e ku paşeroj bê nîqaş kirin. Em dikarin bi zimanek zelal bêji ku siyaseta înkarkirina Kurdan êdî nema. Pirsa Kurd ji sala 2002ê ve di medyayê de bê tirs û bi şêweyeke vekirî tê nîqaş kirin. Mînak, Rojnameya Miliiyetê piştî demekê careke din dîsa bi Murat Karayilan re hevpeyvîn cêkir, cîh da nexşerêya ku Abdullah Ocalan amade kiribû û herwiha nêrînên wî, dibin alîkar ku rayagiştî ya Tirkiyê daxwazî û hêviyên Kurdan baş nasbikin. Ez tevlî Oral dibim. Divê daxuyanî, gotin, wesan û siyaseta ku di navbera herdu gelan de bibe sedeme sarbûniyê, dijminatî û jihevdurketinê, neyên kirin. Divê weşanên pozîtif bên kirin ku herdu alî hevdu bas fahmbikin.  Jixwe eger Tirkiye bi rastî dixwaze di herêma xwe de bibe dewletek mînak û ihêz, divê beriya hertistî pirsgirêka Kurd çareser bike. Tirkiya ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser neke, nikare gavek pêşde here.

Li Tirkiyê di salên dawîn de di meseleya Kurd de gelek pêsketinan rû dan, hemû jî di serdema desthilatdariya AKPê de cêbûn. Mînak hêza artêsê li ser siyasetê hat lawaz kirin, naskirina pirsgirêkê... Lê di bin navê "Rêvekirina demokratîk" de aloziyek derket holê. Li gor wê, niyeta hikûmetê heye ku pirsgirêka Kurd çareser bike? Yan jî hêzekî heye ku astengiyan derdixe?

Çalislar: Tayyip Erdogan dixwaze di seranserê dinyayê de bibe lîderek bi bandor. Gelek tist hene ku mirov helwestên wî wiha binirxîne. Tirkiye bi mezinbûna xwe ya aborî re ku %11 ye, di nava 10 welatên ku pir zêde mezin dibin e cih digire. Bi mezinbûna lezgîn kete pêsiya Cin û Hindistanê. Hûin aboriyeke wisa ku ewqas zû mezin dibe eger bi siyaseteke demokratîk re nekin yek, wê sikestin derkevin. Siyaseteke demokratîk jî tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re cêdibe. Heta ku pirsgirêka Kurd weke pistî li pista xwe bihêle, Tirkiye nikare bibe welatek bihêz û mînak. Divê ev helwest bê nîsandan û Erdogan ji min bastir dikare vê tistê fahm bike.

Eger ew bixwaze bibe lîderek mezin û navê wî di pelên dîrokê de cihekî taybet bigirin, tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re ev ti çareserkirina t mimkûn e. Jiber vê yekê ez ji bo dahatuya serokwezîr, çareserkirina vê pirsgirêkê wek karê herî girîng dibînim. Ez ji ber vê jî hêvîdarim ji dema pêşiya me. Jiber ku, nêzîkatiya Kilicçdaroglu li ser pirsgirêka Kurd ji ya Baykal cudatir e. Yanî nêzîkatiyeke wî ya pozîtîf heye. Eger herdu partiyên mezin di meseleya çareserkirinê de lihev bikin, bihev re hewl bidin wê çareserî hêsantir bibe. Berê blokaja CHPê netewperestî bû û Tayyip Erdogan jî ji vê yekê ditirsiya; niha ev blokaj tê guhertin, ango ji bo bê guhertin sert ûmercên xurt hene. Tistek din, Kurdan jî dengê xwe bilind kirin û bi hêzeke mezin nûnerên xwe bo parlemenê hilbijartin. Ev jî nîsan dide ku Kurd çareseriyê di parlemenê de dibînin, hêza parlamenê nas dikin. Eger mirov hemû daxwazî û elwêstan bîne berhev, wê gavê mirov dibîne ku pêvajo ber bi çareseriyê ve diçe. Eger bûyerên bêxêr rû nedin, destên tarî nekevin nava pêvajoyê û aloziyê dernexin, ez dema niha ji bo çareseriyê bas dibînim. Kî dikare aloziyê derxe? Weke tê zanîn hêzên mîlîtarîst ên ku ji derfetan hatin dûrxistin, dibe ku astengiyan derxin. Ji bo çareseriyê dem ba çareserkirina û hemû ti çareserkirina t bi baweriyê û dilxwaziyê ve girêdaye; ez hêvî dikim ku serokwezîr vê bawerî û biryarê nî çareserkirina an bide.

Rûdaw: Birêz Babahan, Serokwezîr pêşî got "Pirsa Kurd heye", dû re paşve gav avêt û got  "Pirsgirêka Kurd na, pirsgirêkên hemwelatiyên me yên Kurd hene" Li gor we, serokwezîr xwest çi bêje?

Babahan: Ez vê guhertinê bi siyaseta hilbijartinê ve û bi niyeta lawazkirina hêza nijadperest ve girê didim. Paşê li Diyarbekir zimanê xwe guhert. Reaksiyona serokwezîr bo Habûrê her du rojên pêşî baş bû. Xwest ku gel kêfxweşiyê bike. Di vir de du tişt bûn asteng: Yek: Baykal bi zimanekî tûnd civîna çapemeniyê cêkir û li himberê p1evajoyê pozîsyon girt. Du: Erdogan li lêpirsînên rayagiştî temaşe kir û neçar ma ew jî pozisyona xwe biguherîne. Her siyasetvan guh dide dengê rayagiştî. Jixwe hemû lêpirsîn û xebat nîşan didin ku li pêsiya çareseriya kêşeyê leşker û rayagiştî ya Tirk heye. Divê siyasetmedarên Kurd di vir de rewş û zehmetiyên Erdogan bibînin û li gor wê helwêst nîşan bidin. Ez jî wek Oral hêvîdar im. Ango wê Tirkiye wiha pêşde biçe û çareseriyeke demokratîk bê dîtin.


Rûdaw: Birêz Calislar, Birêz Babahan wê kî pirsgirêkê çareser bike? Eger Erdogan û Ocalan çareser bikin wê wek çareserkirina kêseya Îsraîl-Fîlîstînê nebin berendamê Xelata Astiyê ya Nobelê?

Babahan: Çima nebe?

Çalişlar: Dema em di kolanên Diyarbakirê de digeriyan em çûn li ber mizgeftê jî rûniştin û bi hemwelatiyan re axivîn. Ew axaftina wê derê pir xweşê min hat. Atmosfera ber mizgeftê wek biryar û ramana hemû Diyarabekirê ye. Tiştek wiha gotin ji min re: Bila herdu Abdullah çareser bikin! Yanî Abdullah Gul jî, Abdullah Ocalan jî xwediyê hêz û îradeyê ne. Ev tişt ji me re dide xuya kirin ku Kurd çareseriyê dixwazin. Wê Tirk jî bixwazin, niha ber bi xwestinê ve diçin.Jiber ku şerê 25 sal in didome di nava herdu civakan de jî birînên mezin çêkirin.Û di dawiyê de herdu aliyan jî hev têknebirin. Û ti sedemek tine ku ev se hê jî  berdewam bike. herdu alî jî westiyan. Ji aliyê din ve, Tirkiye her diçe dewlemend dibe, Kurd jî ji vê dewlemendiyê para xwe distînin. Dema ku hûn diçin Bakurê Îraqê û Diyarbekirê, hûn vê aboriya pêşketî dibînin. Welat dewlemend dibe, mirov eger karibe welatek wiha bihevre pêşde bibe, wê çima mirov şer bike! Jiber vê yekê ez dikarêm bêjim hemû şert û merc ji bo aştiyê guncav in. Hemû mesele di destê siyasetmedaran de ye, divê bi biryarek xurt dest bavêjin meseleyê.Gelek şaşfahmkirin hebûn, niha yek bi yek radibin; mînak derbarê Ocalan de tiştên cuda dihatin gotin, niha tên guhertin.Ev guhertin girîng e.  Mînak siyaseta CHPê jî di vir de guherî, dema ku serokê wê Kiliçdaroglu got, "Mirov dikare bi Ocalan re hevdîtin çêke", di rayagiştî de bandorek mezin çêkir.  Aloziya vê dawiyê jî li gor min aliziya ber çareseriyê ye. Derfet û rewsa çareserkirinê ji herdemê xurttir e. Lê divê em ji bîr nekin, pirsgirêka Kurd pir alî ye û çareseriya wê jî demdirêj e. Pirsgirêkên netrewî hema wisa bi biryarek hikûmetê re nayên çareser kirin. Lê mirov dikare vê pirsgirêkê ji çekan dûr bixe, bîne têxe nav demokrasiyê, bîne nav parlemenê. Divê ev neyê ji bîr kirin: Li Tirkiyeyê aliyên ku rejîmeke otorîter dixwazin hene. Aliyên ku çareseriyê dixwazin jî hene, aliyên ku naxwazin jî heneç
Reşad Ozkan/Muenchen
resadoezkan@hotmail.com

>>>Çalişlar û Babahan: Tenê herdu Abdullah dikarin çareseriyê bibînin