23. Dezember 2011

Leyla Zana: Xweserî têr nake - Referendûm pêwîst e!

Leyla Zana :“Mafê bi xwe biryardanê mafê gelê kurd e jî.
Gelê kurd Xweseriya Demokratik kêm dibîne û
rêya referendûmê pêşniyar dike.”

Siyasetmedara kurd û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana heftiya borî li bajarê Munchenê beşdarî panela “50 Saliya Koçberiya Kurdan bo Munchenê” bû. Zana di axaftina xwe de yekîtiya gelê kurd xwest û got: “Mafê bi xwe biryardanê mafê gelê kurd e jî. Gelê kurd Xweseriya Demokratik kêm dibîne û rêya referendûmê pêşniyar dike.” Hevkarê me Reşad Ozkan bo xwendevanên me bi Leyla Zana re axivî.

Rûdaw: Birêz Zana hûn bi xêr hatin bajarê Munchenê. Hûn hinek li bajêr geriyan? Bajar xweşiya we çû?

Leyla Zana: Roja we jî bixêr. Ji bo vê hevpeyvînê dixwazim pêşî ji rojnameya Rûdawê re spas bikim. Erê Munchen bajarekî pirr xweş e.

We di konferansa Munchenê de ji bo Kurdan bahsa referendûmê kir. Hûn karin hinek naveroka wê pêşniyara xwe vekin? Mebeste we çi ye ji referendûmê ?

Me bahsa referendûmeke ji bo Kurdan kir. Me çima kir? Ji ber ev sedsal in Kurd ji bo xwe statuyekî dixwazin. Lê belê dewletên serdest wek Îran, Îraq, Sûriye û wek Tirkiyeyê dibêjin di Rojhilata Navîn de divê Kurd nebin xwedî ti tiştek û çi ji destên wan tê dikin. Carinan tên cem hev, carinan dijbertiya hevdu dikin. Lê gava ku Pirsgirêka Kurd tê rojevê, îtifaqa çaralî çêdikin. Niha li Îraqê Kurdan statuyek bidestxistine, lê li Tirkiyeyê, li Îran û Sûriyê ti statuyeke wan tune. Li gor peymana Neteweyên Yekgirtî “mafê bi xwe biryardanê yê gelan” mafê Kurdan e jî. Divê zilm û neheqiya li ser netewa kurd bi dawî were û xwestekên gelê kurd jî li ser erdê Kurdistanê derbas bibe.

Çima heta niha Kurdan yekîtiya xwe ya netewî ava nekirine?

Di nava xwe de perçe perçe bûne, bi hestên eşîrî hereket kirine. Azadî, otonomî, federalî, serxwebûn jî, ew sîstem hemû mafên Kurdan in. Mînak, divê li Tirkiyeyê jî sîstemek federalî wek ya Almanyayê bê avakirin. Biryarên navendî bila Enqere bigire, yên herêmî jî bila Kurd bigirin. Kurd divê bi rêya referendûmekê herin ser sindoqan û bo dahatûya xwe dengên xwe bidin. Ji sindoqan çi derkeve bila derkeve, otonomî be, konfederalizm be, federasyon be, serxwebûn be, çi encam ji sindoqan derkevin dive em qebûl bikin. Divê Kurd bo dahatû û qedera xwe, wekî netewên din, biryara xwe bidin û hemû dinya jî divê biryara wan qebûl bike.

Leyla Zana nivîskara alman Hella Schlumberger guhdar dike

Ma şertên referendûmê hene? Tirkiye ji bo vê pêşniyarê amade ye?

Belê, îro şertên referendûmê hene. Ango îro hebûn û nebûna Kurdan edî nayê axaftin, tiştên tên axaftin çareseriya Pirsgirêka Kurd e. Niha li Başûrê Kurdistanê federasyonek çêbûye. Di çarçoveya qanûna bingehîn ya Îraqê de Herêma Kurdistanê xwe bi xwe îdare bike. Lê em dinêrin ku Tirkiye naxwaze navê Kurdistanê lê bike. Tiştek ecêb e. Mesela li Kanadayê herêmek heye bi navê Quebek. Serê 4 salan carekê dicing ser sindoqê, yên serxwebûn jî dixwazin û yên otonomî û federasyonê jî dixwazin hene. Kî çi dixwaze dengê xwe eşkere dide. Gava dengê gel hebe, ti kes nikare li dijberê wê bêhurmetiyê bike. Ez dibêjim êdî wexta biryarê hatiye, di destpêka sedsala 21. de bila Kurd jî bo referendumê herin sera sindoqan, gel çi dixwaze bila hemû xal tê de hebin, bila qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin. Le belê Dewleta Tirk dixwaze Pirsgirêka Kurd li gor xwe çareser bike. Derket holê ku AKP û serokwezîr Erdogan Kurdan dixapînin. AKP projeya darbeya 12ê Îlonê ye. TRT 6 jî projeya hikûmeta Ecevit bû, ne ya AKPê yê. Kurd naxwazin bi çekan şer bikin, le belê wan Kurdan neçar kirin ku tekoşîna çekdarî bikin. Em bo çareseriya Kêşeya Kurd diyalogê dixwazin. Heta niha li Tirkiyeyê li dijî Kurdan çi bûyerên ne baş hatin kirin divê hemû belgeyên wan bên eşkerekirin.

Xeyalek wê jî heye: "Gelê kurd jî çima qedera xwe bi xwe tayîn neke?"

Ji bo destûra ku dixwazin nû bikin, hûn çi dibejin, hereketa kurd çi difikire?

Di amadekirina destûra nû de bo Kurdan hikûmet ser mafên kesayetî disekine. Em jî dibejin em ne şexs in, em komek in, em gel in, em miletek in, mafên miletan çi bin em jî ew dixwazin. Heta Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pêşiya Tirkiyeyê jî nayê vekirin. Aliyekî tevgera kurd jî xweseriya demokratîk dixwaze, ango otonomî. Baş e, otonomî îro çiqas têra 20 milyon însanan dike? Çiqas Kurd bi vê sîstemê qayîl dibin? Ev jî bi rastî mijarek nîqaşê ye. Lewma ez dibêjim bila gel biryarê bide. Erê me îlan kir, lê belê di şertên îro de gelê kurd xweseriya demokratîk kêm dibîne. Kurd li hemû cîhanê dinêrin û dibêjin çima tenê Xweseriya Demokratik? Dibêjin ew tenê têra me nake.

Sedemên belavbûna Kurdan çi ne?

Çiqas hêz û rêxistin û tevgerên kurd hebin jî, her yekî xwestiye tiştek ji bo xwe avabike. Ka em li qada medenî û raya giştî ya civakên pêşveçû binêrin, hemû gelan bi dest û bi îradeya xwe pêşerojên xwe avakirine. Qedera xwe bi xwe tayîn kirine. Gelê kurd jî çima qedera xwe bi xwe tayîn neke? Gelê kurd li cîhê xwe qebîl e, berê li wê derê cihê xwe çêkiriye û kî hatiye jê re sînga xwe vekiriye, gotiye ‘fermo ez dixwazim bi te re erdê xwe, av û axa xwe, hemû dewlemendiyên xwe parve bikim’. Ti car li hemberî ti kesî derneketiye. Zilm û tahde û neheqî jî li ti kesî nekiriye. Bo hemû kesî alîkarî kiriye. Lê me alîkariya kê kiribe, di dawiyê de, piştî ku karê wan bi Kurdan nemaye, derbe lêxistiye. Yanî miletê me hem mazlûm e û hem jî miletekî humanist e. Eger ne humanist bûya, zilm bikira, ew jî dibû xwedî dewletek, welatekî azad, nasname, çand û jiyanek bi rûmet. Lê dema Kurdan tiştek xwestibe, pêşiya wan hatiye girtin. Ne dijminên Kurdan, ne jî sistema dinyayê tiştekî layîqê Kurdan nabînin. Gotine ‘Kurd eşkiya ne, eşîr in, cudaxwaz in û terorîst in’. Li aliyê din Kurdan jî xwe gellek qels hiştine. Qelsbûna wan ji kû derê tê? Di nava gel de têkiliyên xurt, dewlemend û germ dananîne. Çawa sînor li ser axa Kurdistanê danîne, ez karim bêjîm sînorên wekî hesin jî di nav mêjiyên Kurdan de avakirine. Kurdan cesaret nekirine bi hev re yekitiyê çêbikin. Lê wexta têkiliyek germ di navbera çar aliyan de hebe, wê hê baştir be. Ev gel wek malbatekê ye, bi çar alî hatiye perçekirin û hatiye peçiqandin.

"Her kesekî Kurdistanî di rewşa min de xwe dibîne."
Çima Kurd û bi taybetî jinên kurd ji Leyla Zana hezdikin?
Ez hertim dibêjim, ez xebatkar û zimanê vî gelî me. Her kesekî Kurdistanî di rewşa min de xwe dibîne. Jinên kurd çima zêde ji min hezdikin? Jinên kurd bêtir hatine perçiqandin. Ez pirsgirêkên wan hertim tînim ziman, çi dikeve ser milên min ez dikim. Yanî ev hezkirin ne tiştekî şexsî ye. Jinên kurd bi salan hatine fetisandin, hatine tunekirin, nehatine hesibandin, lewma pêdiviya wan wekî avê bi azadiyê heye. Jin jî karin bi her awayî di siyaset, tîcaret û hêla civakî de wekî hemû zilaman cîhê xwe bigrin. Projeyên me yên mezin hene bo jinên kurd. Yek li Amedê û yek jî wê li Hewlêrê be. Em ê konferansa xwe ya jinan ya 2. li Hewlêrê li dar bixin. Em dixwazin li her çar aliyên Kurdistanê konferansên jinan pekbînin.
Hevpeyvîn: Reşad Ozkan
Wêne: Reşad Ozkan/rûdaw
Tevaya hevpeyvînê û agahiyên berfirehtir di hejmara nû (127) ya Rûdawê (Çapa Ewrûpa) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê, 22.12.2011, ve li rojnamefiroşan e.
--------------------------------------------------------------------------------
Têbînî: Belavkirina vê nivîsê bêyî nîşandana Rûdaw wekî çavkanî qedexe ye.
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/inter/10871.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...