19. Dezember 2011

Rêvebera Mapuche Rayen Kvyeh: Maf nayên diyarîkirin!


‘Li gor tradisyona me zilam roj in, jîn jî hev in. Li Mapuche peyva zarokên heyvê derbas dibe’/wêne:RO/Rûdaw

Munchen: Kurd û Mapuche. Kurd û pirsgirêka wan îro li hemû dinyayê tê naskirin. Lê belê Mapuche, ew kî ne? Ez bewerim ku ti Kurdek Mapuchan û welatên wan Mapuche nas nake. Du gelên ku bi hezar kilometreyan durî hev in, li Munchenê hatin cem hev.
Yekşema borî li bajarê Munchenê di salona sendîkaya DGB de civînek bi navê “Tekoşîna bo Azadiyê, Mafê Bixwe Biryardanê û Rûmeta Mirovan (Selbstbestimmungsrecht und Menschenwürde) - Kurd û Mapuche“ ji aliyê Komeleya Mezopotamya, ARTE û Komela Cultura y Politica Latinamericano ve hat lidarxistin.

Ji bo axaftinê du mêvan hatibûn wexvandin: Nivîskar, şaîr û rêvebera gelê Mapuche Rayen Kvyeh û endama Serokatiya Kongra Netewî yaKurdistanê (KNK) Songul Karabulut. Di solanê de nezikî 130 temaşevan hebûn ku piraniya wan Kurd bûn.

Mirov dikare bi hêsanî bêje ku hefta borî urdên ku li Munchenê dijîn cara yekem Mapuchan û welatên wan Mapuche naskirin. Kurd û rêveberên Mapuche yên li dijî zilm û zordariya dewleta Şîlî û Arjantînê têdikoşin bihev re di civînekê de kombûn. Moderatoriya civînê endamê meclîsa şaredariya Munchenê Orhan Akman kir û di axaftina destpêkê de got: “Herdu gel, Kurd û Mapuche û herdu welat ev sedsal in bo azadî û serxwebûna xwe berxwedidin. Pêdiviya herdu gelan wekî nan û avê bi azadî û serxwebûnê heye.“

Tu ji kîjan Kurd dipirsî, “gelo hûn Mapuche nasdikin?ˮ Bersiva wan wiha bû: “Na! Mapuche? Ew çi ye, ew kî ne?ˮ Mîrov dikare bêje bi xêra vê civîne re gelek kesan Mapuchan naskirin û pirsgirêka wan ji rêvebera wan guhdar kirin.

Mapuchanan jî wek Kurdan li dîjî hewldanên tunekirinê heta niha serê xwe netewandine û bo azadî û rizgariyê li berxwedane. Spanî û artêşên spaniyan bi serfirazî paşde şandine. Wekî rêvebera gelê Mapuchê Rayen Kvyeh dibêje “Ti kes mafan bo te diyarî nake, divê mîrov û her gel mafên xwe bi zorê bistînin. Bav û kalên me azadî û serxwebûna erdên xwe parastin. Ew parastin îro jî karê me ye.”

Dema ku Rayen Kvyeh bi kinc û zerên xwe yên biriqandî rûye xwe dide pêşiya objektîfa Rûdawê, min jê pirsî: Pirsgirêka Mapuche çi ye?

Wê jî bo Rûdawê ne bi zimanê dayika xwe, lê bi spanî wiha got: “Mapuche welatekî gelek kevin e, ango em jî îndigen in. Hejmara me nêzikî milyon û nîvek e. Erdê me 500-600 sal berê bû hedefa pêregirtina împaratoriya Spanya. Gelê me serê xwe xarnekir û Spanya dev ji me berda. Li ser ax û erdê me peyva bav, dayik û kalên me derbas dibû. Piştî Spaniyan Şîlî û Arjantîn dest avêtin me û xwestin gelê Mapuche dîl bigrin û axa Mapuche tevlî axa xwe bikin. Welatê me kirin du perçe. Ev 500 sal in tekoşîna me ya li dîjî Şîli berdewam dike. Dewleta Şîlî wekî eşkiya û terorîstan li me dinêre. Mafên me yên demokratîk, civakî û aborî qebûl nake û eziyetek pir mezin li me dike. Em jî îro wek gelê kurd bo serxwebûna axa xwe, bo azadiya gelê xwe têdikoşin. Em gelê axa xwe ne. Axa me zimanê dayika me ye. Li gor tradisyona me zilam roj in, jîn jî hevy in.”

Rêvebera Mapuche rayen Kvyeh û Endama Serokatiya KNKê Songul Karabulut/wêne:RO/Rûdaw

Endama Serokatiya KNKê Songul Karabulut jî di axaftina xwe de ligelhevhatina bi rêvebera Mapuche Rayen Kvyeh re şabûna xwe anî ziman û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çiqasî hejmara gelê Mapuche kêm be jî, dîrok, tekoşîn û dahatûya gelê kurd û maphuciyan wek hev in. Herdu gel ji bo azadî û mafên mirovatiyê têdikoşin. Welatê maphuciyan jî wekî welatê kurdan hatiye perçekirin û hemû maf û azadiyên demokratîk, civakî û aborî bo wan hatiye redkirin.”

Alaya Mapuche

Divê Kurd şîretên rêvebera Mapuche Rayen yên ku di civînê de kirin, ji bîr nekin: “Mirov bi ax, erd û zimanê dayika xwe hene. Mîrov ax e, ax jî zimanê me ye. Li Mapuche peyva zarokên heyvê derbas dibe.” Û Kurdan jî ji Rayenê re gotin: “Li kurdistanê jî peyva zarokên rojê derbasdibe!
Civîna Kurd û mapuchiyan di saet 14:30yê de destpêkir û saet 19:00 de bi dawî bû. Xwarin û vexwarina kurd û mapuchiyan, ligel muzîka herdu gelan di civînê de hatin peşkeşkirin.

Reşad Ozkan/Munchen
Rêvebera Mapuche Rayen Kvyeh: Maf nayên diyarîkirin!

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...