26. Dezember 2011

Leyla Zana: An Tirkiye xwe diguherine an jî wê bê guherandin

“50 Saliya Koçberiya Kurdan Bo Munchenê/50 Jahre KurdInnen in München"
Parêzgêr Yusuf Alatas, Moderasiyon Sigfried Benker, Siyasetmedara kurd Leyla zana

Munchenê Leyla Zana pîroz kir û ew jî zelal axivî:
"Divê Kurd dîrok, ziman, kultur û dahatuya xwe biparêzin
û ji hemû perçeyan bo kultur û zimanê xwe xizmetê bikin."

Munchen: Leyla Zana li bajarê Munchenê li pêşberî 400 beşdarvan axivî û bang li dewleta Tirk kir û got: “Ya tu xwe diguherinî yan jî tu wê bê guherandin." Zana dixwaze pirsgirêka kurd bi rêya referendûmê bê çareserkirin û ji bo wê jî piştevaniya raya giştî ya navnetewî xwest.

Di çarçoveya çalakiyên “50 Saliya Koçberiya Kurdan Bo Munchenê/50 Jahre KurdInnen in München" siyasetmedara kurd û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, Kevnserokê Komela Mafên Mirovan (IHD) Yusuf Alataş û parlamenterê suryanî Erol Dora (BDP) roja îniya borî hatin Munchenê. Di salona şaredariya bajêr Alter Rathaussallê de 3 panel hatin lidarxistin û axaftina pêşî şaredarê seyêmîn yê ji Partiya Keskan Hep Monatzeder kir û got,“Bajarê Munchenê ji Kurdan re spas dike. Di avabûna bajêr de keda Kurdan jî pir derbasbûye.ˮ
Dora hevkariya Kurd û Suryaniyan dixwaze

Parlamenterê BDP Erol Dora: “Îro rewşa Suryaniyan ji salên berê pirr baştir e."

Mijara panela yekemîn “Rewşa Suryanyan li Tirkiyeyê” bû. Parlamenterê BDP yê Suryanî Erol Dora û Prz. Yusuf Alataş beşdarbûn û nivîskar Haydar Işik jî moderatoriyê  kir. Di civînê de nezikî 100 Suryanî jî beşdarbûn. Dora di axaftina xwe de got, “Îro rewşa Suryaniyan ji salên berê pirr baştir e. Berî 10, 20 salan me ji tirsê nekarî serê xwe ji pencereyên xwe derxista. Devleta Tirk û oldarên paşverû bo me astengî derdixistin. Bi hezaran Suryanî welatên xwe terikandin û li dinyayê belavbûn. Em dixwazin biratî û dostaniya Kurd û Suryaniyan xurtir bibe.”
Parêzer Yusuf Alataş jî li ser peymanên huqûqî û yên siyasî axivî
Parêzer Alataş jî li ser peymanên huqûqî û yên siyasî axivî û got, “Divê hurmeta Tirkiyeyê ji beyannamêyên nawnetewî hebe, lê belê li gor berjewendiyên xwe hereket dike, ev jî li dijî hemû rêzên huquqa navnatewî ye.”

“Gellek welatên Ewropayê nasnameya kurd nasnakin”

Parezgerê Alman Hubert Heinhold, endamê meclîsa şaredariya Munchenê Orhan Akman (Partiya Çep) , Moderasyon Margereta Sphon,  endama meclîsa şaredariya Munchenê Gulseren Demirel (Partiya Kesk),  û Nivîskar Haydar Işik.
Mijara panela duyemîn jî “Naskirina Nasnameya Kurd, Rewşa Kurdan ya Yasayî û Fêrbûna Zimanê Kurdî di Dibistanên Almanyayê de” bûn. Axaftvanên vê civînê endamên meclîsa şaredariya Munchenê Gulseren Demirel (Partiya Kesk), Orhan Akman (Partiya Çep) herdu bi eslên xwe kurd in, Prz. Hubert Heinhold û Nivîskar Haydar Işik bûn. Moderasyona vê panelê jî Margereta Sphon kir.
Parezgerê Alman Hubert Heinhold
Prz. Heinhold bo Rûdawê daxuyand ku li Almanyayê û li welatên din yên Ewropa kurd pirr rastî neheqiyan tên û wiha dom kir: “Yasayên li dijî terorê  li hemberê wan tê bikaranîn. Nasnameya wan nayê qebûlkirin. Bi fermî nasnameya kurd nayê naskirin û wek Tirk, Ereb û Faris tên hesibandin.”
 Endamên meclîsa şaredariya Munchenê Demirel û Akman jî bo qebûlkirina nasnameya kurdan ramanên xwe anîn ziman. Nivîskar Işik jî li ser fêrbûna kurdî di dibistanên Almanyayê de axivî û got, “Bo pêşveçûna tendurustî ya zanyariya zarokên kurd fêrbûna kurdî pirr girîng e.”

Leyla Zana Munchenê dihejîne 
SIYASETMEDARA KURD LEYLA ZANA
Parlamentera kurd Zana û Prz.Yusuf Alataş di panela seyêmîn de li podyûmê cih girtin. Moderasyona vê panelê serokê fraksiyona Partiya Keskan ya Meclisa Şarederiya Munchenê Siegfried Benker kir. Benker di serî de got: “Birêz Zana em pir kêfxweş in ku hûn îro li bajarê me ne. Wexta mirov bêje ‘ez Kurd im’, ev gotin tenê bi serê xwe dibe vegotineke siyasî. Lê dema kesek bêje ‘ez Alman im”, an jî ‘ez Tirk im” ev bêje tiştekî ifade nakin. Jiber ku bi hezeran Kurd dibêjin ‘ez Kurd im” devleta Tirkiyeyê wan dixe zîndanan. Zana jî got ‘ez Kurd im” wê 10 sal xistin zîndanê.”
Zana yekitiya netewa kurd dixwaze

Leyla Zana li bajarê Munchenê li pêşberî 400 beşdarvan axivî û bang li dewleta Tirk kir û got:
“Ya tu xwe diguherinî yan jî tu wê bê guherandin."

Leyla Zana li bajarê Munchenê li pêşberî 400 beşdarvan axivî û bang li dewleta Tirk kir û got:
“Ya tu xwe diguherinî yan jî tu wê bê guherandin."

Leyla Zana li bajarê Munchenê li pêşberî 400 beşdarvan axivî û bang li dewleta Tirk kir û got:
“Ya tu xwe diguherinî yan jî tu wê bê guherandin."

Dema ku Benker dawî li axaftina xwe anî beşdarvan û jinên kurd ku ji bo Leyla Zana hatibûn civînê bi çepikan û tililiyan salona li navenda bajarê Munchenê hejandin. Zana dest bi axaftinê kir û got: “Salan porê me spî kiriye, hîn jî em li ser axa xwe penaber in, jiyana me penaberî ye. Di hemû perçeyên Kurdistanê de neheqî û bindestî dom dike. Me çawa di salên 1938ê de berjewendiyên xwe parast îro jî divê em biparêzin, dive em milên xwe bidin hev û divê yekitiya xwe avabikin. Divê Kurd dîrok, ziman, kultur û dahatuya xwe biparêzin û ji hemû perçeyan bo kultur û zimanê xwe xizmetê bikin. Ev tiştên ez dibêjim divê bo hemû Kurdan wecîz û armanc bin.”

Zana got li derveyî welat jî ti dewletek nasnameya gelê kurd rasterast qebûl nake û wiha dom kir: “Di cîhanê de ti devlet û milletek alîkariya Kurdan nake, bêdeng in. Me wekî Tirkan, Ereban û Farisan qebûl dikin. Em Kurd in û em ê her Kurd bimînin. Em jî dixwazin wek neteweyên din bijîn.”

Leyla Zana: "AKP projeya darbeya 12ê îlonê ye."
Zana referandûmê dixwaze
Zana got azadî, otonomî, federalî, serxwebûn hemû heqên Kurdan ne û wiha dom kir: “Kurd divê bo referendûmekê herin ser sindoqan û bo dahatuya xwe dengan bidin. Ji sindoqan çi derdikeve bila derkeve; otonomî be, konfederalizm be, federasyon be, serxwebûn be, çi jê derkeve em qebûl dikin.”
Zana di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku demek wisa hatiye ku ya Tirkiye xwe diguherîne yan jî wê bê guherandin. “Eger devlet xwe neguherîne, wê civak, tekoşîna gelan ew biguherînin. Derket hoê ku AKP û Erdogan Kurdan dixapînin. AKP projeya darbeya 12ê îlonê ye. TRT 6 jî projeya hikûmeta Ecevit bû, ne a AKPê ye.”

Di şeva candî de nezikî 600 kes beşdardibin
Di şeva çandî de jî nezikî 600 kes beşdarbûn

Çalakiyên di çarçoveya “50 Saliya Koçberiya Kurdan Bo Munchenê/50 Jahre KurdInnen in München” bi alîkariya şaredariya Munchenê, ji aliyê Komela Çandî ya Mezopotamya (MKV) hate organîzekirin. Çalakiyê roja 15ê Kanûnê destpekir û roja 18ê Kanûnê di salona Reiterhalle de bi şevek çandî dawî bû. Panel di salona şaredariya bajêr de di saet 14:00  de destpêkirin û heta saet 21:00 an domkirin. Di şeva çandî de jî nezikî 600 kes beşdarbûn. Leyla Zana li vir jî axivî û paşê kultur û muzîka kurdî hate pêşkêşkirin.

Leyla Zana di salona Reiterhalle de diaxive



Serdana partiyên siyasî û şaredariya Muinchenê kirin

Parezgêr Yusuf Alatas, endamê meclîsa şaredariya Munchenê Gulseren Demirel (Partiya Kesk), Parlamenterê BDP Erol Dora, siyasetmedara kurd û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û serokê fraksiyona Partiya Keskan ya Meclisa Şarederiya Munchenê Siegfried Benker

Zana, Alataş û Dora di çarçoveya hatina Munchenê de serdana Serokê Şaredarê Mezin ya Bajarê Munchenê Christian Ude (SPD) û ya endamên Meclîsa Fraksiyona Partiya Keskan kirin. Parlamenterên BDPê Zana û Dora û parêzer Alataş herwiha ziyareta parlamena Bavyerayê jî kirin u li wir bi parlamentera Fraksiyona SPDê ya Meclîsê Natasha Kohnen û Serokê Fraksiyona Partiya Keskan li parlamenê Margarete Bause axivîn. 
Leyla zana serdana kurdên başûr dike

Leyla Zana serdana Kurdên ji Başûrê Kurdistanê jî kirin. Zana roja pênşema borî hate Munchenê û roja şemiyê di restauranta Zerdûştan de serdana Kurdên başûr kir. Di nav beşdarvanan de şanovan, siyasetmedar, rêvebirên komeleyan û rewşenbîrên kurd jî hebûn. Zana di axaftina xwe de got, “Kurdên ji hemû perçeyan yên li Munchenê dijîn divê piştevaniya hev bikin, xizmeta dîrok û zimanê xwe bikin û kurdîtiya xwe ji bîr nekin. Divê berjewendiyên Kurdistanê ji berjewendiyên grûb û partiyan girîngtir be.”

Di salona şaredariya bajêr Alter Rathaussaalê de 3 panel hatin lidarxistin
Tekst û wêne:
Reşad Ozkan/Rûdaw
16.11.2011/München
Leyla Zana: An Tirkiye xwe diguherine an jî wê bê guherandin
 URL:  http://www.rudaw.net/kurmanci/reports/10884.html

HEVPEYIVÎN
Leyla Zana: Xweserî têr nake, referendum pêwîste
 URL:  http://www.rudaw.net/kurmanci/inter/10871.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...